TR KU AR
FB X IG
Tirkiye

MHP: Dema şert guncaw bin parlamento li erka xwe dê rabe

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 01 gulan 2026 16:28
Cîgirê Serokê MHPê Semih Yalçın derbarê gavên yasayî yên ji bo proseya aştiyê ya mijara Kurd de tên payîn de got: "Dema ku şert û merc guncaw bin, Parlamentoya Tirkiyeyê dê li erka xwe rabe û xebatên yasayî yên pêwîst dê bên kirin."

RûpelNews - Cîgirê Serokê MHPê Semih Yalçın, di daxuyaniyeke nivîskî de qala pêvajoya çareseriyê a derbarê pirsgirêka Kurd de kir û bal kişand ser gavên pêwîst ên yasayî.

Yalçin diyar kir prose di civakê de piştgiriyeke mezin dîtiye û fersendeke mezin derketiye holê.

Di daxuyaniya nivîskî de wiha hat gotin: "Tirkiyeyeke ji terorê azad ji bo her kesî û her sektorî girêdêr e; ji ber vê yekê, ev pêvajo dê bidome. Dema ku şert û merc guncaw bin, parlamento jî dê bikeve dewrê û tedbîrên yasayî yên pêwîst dê bên girtin."
 

Parve bike: