TR KU AR
FB X IG
Rojhilata Navîn

Mezlûm Ebdî û Ehmed Şera li Şamê civiyan

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 16 nîsan 2026 16:33
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, li Şamê bi Serokomarê Suriyeyê Ehmed Şara re civiyan.

RûpelNews - Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Sûriyeyê SANAyê, di civînê de Wezîrê Karên Derve Esed Şeybanî û Nûnerê Serokê Hikûmetê Ziyad Ayîş jî amade bûn.

Armanca sereke ya civînê ew bû ku temamkirina pêvajoya entegrasyona saziyên Rêveberiya Xweser a nav saziyên dewletê de.

Li gorî van agahiyan, her du aliyan li ser rêbazên bipêşxistina hevahengiyê û hevkariyê gotûbêj kiriye.

Her wiha gavên derbarê entegrasyona saziyên îdarî û leşkerî ya di nav saziyên dewleta Sûriyeyê de jî hatine nirxandin.

Parve bike: