TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Mezlûm Ebdî û Îlham Ehemd diçin Şamê

📅 24 tebax 2026 11:30
Hat ragihandin ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî û Hevserka Daîreya Karûbarên Derve ya Rojava Îlham Ehmed, ji bo gotûbêjên li ser pêvajoya entegrasyonê dê îro biçin Şamê.

RûpelNews - Hat ragihandin ku dê Ebdî û Ehmed bi rayedarên Şamê re li hev rûnin û mijarên entegrasyonê nîqaş bikin.
Di civînê de, tê payîn ku mijarên cihêreng ên têkildarî pêvajoya entegrasyona saziyên girêdayî Rêveberiya Xweser a Rojava bi Sûriyê re bên gotûbêjkirin.
Mezlûm Ebdî: Di vê mehê de HSD dê tevlî artêşa Sûriyê bibe
Mezlûm Ebdî, di 15ê Tebaxê de li Hesekê ji Rûdawê re axivî. Mezlûm Ebdî li ser peymana ku di 29ê Rêbendana 2026an de hatibû îmzekirin û pêvajoya entegrasyona Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bo nav artêşa Sûriyê axivî.

Ebdî diyar kir ku her çend peymanê hemû daxwaz pêk neanîbin jî, wê statuyek ji bo kurdan di nav dewleta Sûriyê de saz kiriye û lê zêde kir ku ew ê ji bo serkeftina pêvajoyê bixebitin.

"Şaşiya min a herî mezin cîbicînekirina peymanê bû"

Di bersivdana rexneyên li ser xwe de, Ebdî kêmasiya xwe ya di hewldanên têrker de ji bo cîbicîkirina Peymana 10ê Adarê wekî "şaşiya xwe ya herî mezin" bi nav kir.
Ebdî diyar kir ku vê carê ew ê hemû enerjiya xwe ji bo cîbicîkirina peymanê û misogerkirina aştiyê bi rêgirtina li şer bide.

"Ji bo kurdan derfeteke nû derketiye holê"

Ebdî, ku rewşa heyî ya li Sûriyê ji bo kurdan wekî "derfeteke baş" bi nav kir, got ku cara yekem e ku derfeta kurdan heye ku di avakirina dewletê de rolekê bilîzin.
Ebdî, girîngiya yekîtiya kurdan ji bo serkeftina Rojava destnîşan kir û diyar kir ku dê însiyatîfên di vî warî de ji nû ve bên destpêkirin.

Parve bike: