TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Mesrûr Barzanî sersaxî da malbata helbestvan Newzad Refet

📅 04 tîrmeh 2022 20:20

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 4ê Tîrmehê peyameke sersaxiyê ji bo kesûkar û malbata helbestvan û nivîskar Newzad Refet belav kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: “Ji ber koça dawî ya helbestvan û nivîskarê navdar Newzad Refet, ez sersaxiyê li kesûkar û malbata cenabê wî û heval û hogirên rehmetî dikim.”

Serokwezîr Barzanî diyar kir: “Giyanê wî şad bibe û Xwedayê dilovan, wî bi bihiştê şad bike û sebr û aramiyê bide her kesî.”

Parve bike: