Kurdistan
Serokwezîr Barzanî, sersaxî li malbata Salih Muslim da
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji ber koça dawî ya Salih Muslim sersaxî li malbat û kesûkarên wî da.
RûpelNews - Serokwezîr Mesrûr Barzanî, di peyama xwe de got, ‘Ji bo koça dawiyê ya siyasetvanê diyarê Kurd Salih Muslim, sersaxiyê li malbat, kesûkar û hevalên wî dikim û hevparê xema wanim. Xwedayê mezin canê wî bi biheştê şa bike û aramiyê bide malbat û kesûkar û hevalên wî.’
Salih Muslim şevê din koça dawî kir
Hevserokê berê yê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Salih Muslim, di 75 saliya xwe de li nexweşxaneyeke li Hewlêr koça dawî kir.
Salih Muslim hefteyek berê li Nexweşxaneya Meryemanayê ya li Enkawa, Hewlêrê, dermankirinê bû.
Li gor çavkaniyan ji nexweşxaneyê re ku Rûpel News zanyari dan, Muslim di nêzîkê hefteyekê li Hewlêrê de li Nexweşxaneya Meryemanayê de hat dermankirin.