TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Mesrûr Barzanî sersaxî da malbata Dr. Destî Dîzeyî

📅 25 rêbendan 2025 15:24

PeyamaKurd – Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi peyamekê, sersaxî da malbatê Dr. Deştî Dizeyî.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro (25.01.2025) di daxuyaniyekê de got: “Bi mixabinî ve, min nûçeya koça dawî ya bijîşkê naskirî yê Hewlêrê Dr. Deştî Dizeyî bihîst.”

Wî her weha got: “Xwedêjêrazî di warê bijîşkî û tenduristiyê de xizmet kiriye. Ez sersaxiya xwe pêşkêşî malbat û xizmên xwedêjêrazî dikim û hevbeşê xemgîniya wan im.”

Parve bike: