TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Mesrûr Barzanî: “Metirsî li ser statûya Herêma Kurdistanê nîne”

📅 25 tebax 2020 00:02

PeyamaKurd- Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel medya ya Kurdistanê civînekî çêkir û pirsên medyayê bersivand. Mijara herî girîng pirsa ‘bê metirsî li ser hilweşandina statuya herêma Kurdistanê heye an na’ bû. Di vê mijarê de Barzanî got ku ew ne di wê baweriyê de ye, metirsî li ser statuya herêma Kurdistanê hebe.

Mesrûr Barzanî her weha pirsên rojnamevanan bersivand û di babetên weka pêvajoya şaksaziyê, hevdîtinên li gel Bexdayê, mehaneyên fermanberan, rewşa Kovid-19 ê li herêmê û xizmeta hukumetê bo herêmê axifî û pirsa bersivand.

Serokwezîr Barzanî di mijara metirsiya li ser statuya Herêma Kurdistanê de weha got:

“ Ez ne di wê baweriyê de me ku metirsî li ser statûya Herêma Kurdistanê hebe. Mezintirîn pirsgirêk ew e ku duberî di nav aliyan û xelkê Kurdistanê de heye. Eger di nav xwe de xelk û alî ligel hev bibin yek, ti hêzek nikare statûya Herêma Kurdistanê têk bibe.”

Di mijara çaksaziyê de Barzanî ragihand ku ew pêvajoyekiye û dixebitin da çavkaniyên nû bo projeyan bibînin da karibin projeyan fînanse bikin û weha got:

“Çaksazî pêvajoyekîye û dewam dike. Projeyekî wisa nîne di demeke kurt de were pêkanîn, an jî dawî lê were. Me ji destpêka kabîneya nehem ve, ji gelek aliyan ve dest bi çaksaziyan kiriye, çaksazî tenê rûbirûbûna gendeliyê nîne. Çaksazî, mijara reform, zelalbûn, çawaniya xizmeta welatiyan e û em bizanin çawa bikarin nûbûn û çêkirina jêrxaneke aborî ya baştir ji hemû aliyan ve ava bikin.”

Parve bike: