TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Mesrûr Barzanî ji The Gurdian re axivî û hisyariya DAISê da

📅 23 adar 2019 21:34

PeyamaKurd - Şêwirmendê Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bal kişand ser dewletên herêmê û got, heger kêşeyên navxweyî çareser nekin, dê DAIŞ ji nû ve zindî bibe.

Barzanî ji The Guardianê re axivî û derbarê têkoşîna dijî DAIŞê de daxuyanî dan.

Mesrûr Barzanî got ku armanca serekî rizgarkirina erdên destê DAIŞê bû û niha piştî zêde qurbaniyan li Sûriye û Iraqê dawiya şerê DAIŞê tê.

Barzanî destnîşan kir, heger pirsgirêkên siyasî û aborî çareser nebin, dê ev yek bibe zemîna ji nû ve derketina DAIŞê û got, rêxistina terorîst ji alozî û pirsgirêkan xwedî dibe û îhtimal heye car din li herêmên bakurê Iraqê yên hatine rizgarkirin bi taktîkên nû êrîşan pêk bîne.

Parve bike: