TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Mesrûr Barzanî bi Serokê Asayîsa Nistîmanî ya Iraqê re civiya

📅 27 îlon 2020 14:24

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Yekşemê pêşwazî li şandeke Hikûmeta Federalî ya bi serokatiya Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim El-Erecî kir.

Piştî civînê hat ragihandin, di hevdîtina ku Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed jî beşdarî kiriye de, guftûgo derbarê guhartin û pêşhatên Iraqê û girîngiya hevahengiya ewlehiyê di navbera artêşa Iraqê û Pêşmerge de hatin kirin.

Herwiha bi taybet li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê li ser rûbirûbûna gefên terorîstên DAIŞê di civînê de hat rawestîn.

Parve bike: