Medyaya Îranê: Keştiyeke şer hat lêdan | DYA: Îdia ne rast e
RûpelNews - Di daxuyaniyeke ku ji aliyê artêşa Îranê ve hat weşandin de, hat gotin: "Bi saya bersivdayîna bilez a hêzên deryayî, rê li ber ketina keştiyên Amerîkayê bo Tengava Hurmuzê hat girtin."
Raporeke Ajansa Nûçeyan a Fars a nîvfermî ya Îranê diyar kir: "Keştiyeke Hêzên Deryayî yên DYAyê, ku li nêzîkî herêma Caskê çûnûhatina deryayî dixist xeterê û hewl dida ku ji Tengava Hurmûzê derbas bibe, piştî ku hişyariyan paşguh kirin, bû armanca du mûşekan."
Di raporê de hat destnîşankirin ku piştî lêdanê, keştiyê nekarî rêwîtiya xwe bidomîne û neçar ma ku ji herêmê derkeve.
DYA raporên medyaya Îranê red dike
Piştî rapora medyaya Îranê, Fermandariya Hêzên Navendî ya DYAyê (CENTCOM) daxuyaniyek da.
Fermangehê raporên medyaya Îranê red kirin.
Di daxuyaniya CENTCOMê de wiha hat gotin: "Ti keştiyeke Hêzên Deryayî yên DYAyê nehatiye lêdan. Hêzên amerîkî piştgiriyê didin Operasyona Azadiyê û ambargoyeke deryayî li ser benderên Îranê bi cih tînin."