TR KU AR
FB X IG
Tirkiye

Erkê qeyûmê Şaredariya Mêrdînê du mehan hat dirêjkirin

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 03 tîrmeh 2026 13:48
Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê dema kar a qeyyumê Şaredariya Mêrdînê Tuncay Akkoyun du mehên din dirêj kir. Vegera ser kar a Ahmet Turk ê şaredarê hilbijartî careke din hat paşxistin.

RûpelNews - Li gor biryara ku ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê ve hatiye girtin maweya kar a qeyyumê Şaredariya Mêrdînê Tuncay Akkoyun ê ku şûna Ahmet Turk ê şaredarî ku bi dengê gel hatibû hilbijartin hat tayînkirin 4ê Tîrmehê wezîfeta wî diqediya heta du mehên din hat dirêjkirin.

Mêrdîn 3 sal e ji hêla qeyyumekî ve tê birêvebirin

Di hilbijartina 31ê Adarê sala 2024an de Ahmet Turk wek cara sisiyan bi dengê gel hatibû hilbijartin. Turk ku di doza Kobaniyê de dihate darizandin 10 sal cizaya hepsê xwar û ji kar hat dûrxistin. Paşê şûna wî Waliyê Mêrdînê Tuncay Akkokyun bi biryara Wezareta Karên Navxweyî hat tayînkirin. Ev 3 sal e qeyyum şaredariya Mêrdînê bi rê ve dibe.

Dadgehê bo Ahmet Turk biryara beraatê dabû

Ahmet Turk di doza Kobanî de wek bi bi "bangeşeya rêxistinê" dihat tohmetbarkirin lê dadgehê der barê wî de biryara beraatê da. Tevî vê biryarê jî Wezareta Karên Navxweyî biryara dirêjkirina maweya kar a qeyyûmê da.

Serokê MHPê Devlet Bahçelî beriya niha banga vegera ser kar a Ahmet Turk kiribû.

Parve bike: