TR KU AR
FB X IG

Lîstikvana tirk ji ber strana bi kurdî tê boykotkirin

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 14 nîsan 2026 14:50
Stêrka rêzefîlma 'Kizilcik Şerbeti' Seray Kaya, ji berk u li ber straneke kurdî direqise vîdeo parve kiriye, ji aliye gelek kesan ve tê boykotkirin. Piştî parvekirinê Kaya got, "Hûn nikarin me ji hev cuda bikin."

RûpelNews - Seray Kaya, ku di rêzefîlma navdar a Show TVyê 'Kizilcik Şerbeti' de rola 'Başak' dilîze, kêliyên ku li ser setê bi muzîka kurdî kêfa xwe dike parve kir.

Kaya, piştî parvekirinê ragihand ku ew hatiye boykotkirin, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da.

Seray Kaya wiha got:

"Wisa dixuye ku ji ber guhdarîkirin û stranbêjiya bi zimanê kurdî, ez ji aliyê komeke taybet ve tême boykotkirin. Hûn nikarin me ji hev cuda bikin, hûn nikarin me ji hev dûr bixin. Wek jineke azad a ku ji welatê xwe hez dike, ez dê ligel kesên din hebûna xwe bidomînim û hemû tiştên bedew hembêz bikim. De baş e, berdewam bikin."

Parve bike: