Libnan û Îsraîl îro ji bo danûstandinan dicivin
RûpelNews - Îro, danûstandinên di navbera Libnan û Îsraîlê de li Amerîkayê dest pê dikin. Hate diyarkirin ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio jî dê beşdarî danûstandinan bibe.
Gotûbêj dê di navbera Balyozê Îsraîlê yê li Amerîkayê, Yechiel Leiter, û Balyoza Libnanê ya li Amerîkayê, Nada Hamadeh Moawad de werin kirin.
Rayedarekî Wezareta Derve ya Amerîkayê ji Reutersê re got ku Balyozê Amerîkayê yê li Libnanê Michel Issa û Şêwirmendê Karûbarên Derve Michael Needham jî dê beşdarî danûstandinan bibin.
Daxuyaniyên nakok
Ji Libnan û Îsraîlê peyamên cuda derbarê naveroka danûstandinan de hatine.
Serokatiya Libnanê ragihand ku danûstandin dê li ser ragihandina agirbestê û diyarkirina roja destpêkirina danûstandinên dualî bisekinin. Wezîrê Çandê Ghassan Salameh diyar kir ku agirbest tenê mijara sereke ye ku di danûstandinan de were nîqaş kirin. Berdevkê hikûmeta Îsraîlê Şosh Bedrosian diyar kir ku Îsraîl dê ne li ser agirbestê, lê li ser bêçekkirina Hizbullahê û avakirina têkiliyên aştiyane yên mayînde bisekine.
Banga Hizbullahê
Hizbullahê bang li hikûmeta Lubnanê kir ku danûstandinan betal bike.