Li Zeytinburnuyê otobûsa şaredariyê qeza kir: 2 mirî, 16 birîndar
RûpelNews - Qeza, li derdorî saet 17.00an de li Taxa Kazlıçeşmeyê li ser Kolana Kennedyyê çêbû. Otobûsa İETTê ku li ser kolanê diçû, bi sedemeke ku hê nehatiye diyarkirin li dîwarê baxçeyê sîteyekê qelibî.
Li ser agahdarkirina qezayê, tîmên polîs, tenduristî û îtfaiyeyê sewqî herêmê hatin kirin. Di kontrolên yekem ên ku ji hêla tîman ve hatin kirin de hat diyarkirin ku 2 kesan canê xwe ji dest dane. 16 kesên ku di qezayê de birîndar bûn jî piştî destwerdana tîmên tenduristiyê bi ambûlansan birin nexweşxaneyên derdorê. Hat ragihandin ku rewşa 2 birîndaran giran e.
Di daxuyaniya ku ji hêla Parêzgeriya Stembolê ve hat dayîn de hat diyar kirin ku di derbarê qezayê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Di daxuyaniya parêzgeriyê de ev îfade hatin bikaranîn: “Otobûsa İETTê ku li navçeya Zeytinburnuyê li Taxa Kazlıçeşmeyê li ser Kolana Kennedyyê diçû li dîwar qelibî ye. Piştî bûyerê tîmên tenduristî, îtfaiye û ewlehiyê sewqî cihê bûyerê hatine kirin.”
Di daxuyaniyê de hat tomarkirin ku di qezayê de 2 kesan canê xwe ji dest dane, 16 kes birîndar bûne ku rewşa 2 ji wan giran e û birîndar di nexweşxaneyan de hatine dermankirin.