Jiyan
Li Stenbolê otobusa servîsê wergeriya: Gelek birîndar hene
Li Buyukçekmeceya Stenbolê di encama wergerîna otobusa servîsê ya ku xebatkarên Balafirgeha Stenbolê têdabûn bi encamê de 15 kes birîndar bûn.
RûpelNews - Otobusa servîsê ya ku 30 rêwî di nav de bûn û li ser rêya bejahî ya D-100'ê li herêma Guzelceyê di çûnûhatinê de bû, wergeriya rêya alî.
Li ser agahdarkirinê re gelek ekîbên tenduristî, îtfaîye û polîs şandin cihê qezayê.
15 kesên ku di qezayê de birîndar bûn, ji aliyê ekîbên tenduristiyê ve birin nexweşxaneyên dewletê yên Mimarsinan û Beylikduzuyê.
Hat hînbûn ku rewşa giştî ya tenduristiya birîndaran baş e û çavdêriya 2 kes ji wan berdewam dike.