Tirkiye
Li Stenbolê operasyona DAIŞ û El Qaîdeyê
11 gumanbar di çarçoveya lêpirsîna li ser DAIŞ û El Qaîdeyê de li Stenbolê di operasyonekê de hatin girtin. Tê îdiakirin ku pêwendiya gumanbaran bi herêmên şer re hebûn, bi endamên rêxistinan re di têkiliyê de bûn û li ser medyaya civakî propagandaya rêxistinan dikirin.
RûpelNews - Buroya Lêpirsîna Sûcên Terorê ya Serdozgeriya Giştî ya Stenbolê lêpirsînek li ser DAIŞ û El Qaîdeyê da destpêkirin.
Di lêpirsînê de hat îdiakirin ku hin ji gumanbaran berê li herêmên şer bûn û bi endamên rêxistinan re di têkiliyê de bûn.
Her wiha hat îdiakirin ku hin gumanbaran bi rêya hesabên xwe yên medyaya civakî îdeolojiyên DAIŞ û El Qaîdeyê pejirandine û parvekirinên ku propagandaya rêxistinê pêk tînin, kirine.
Li navnîşanên ku li ser rêwerzên Serdozgeriya Giştî hatibûn destnîşankirin, operasyonên hevrêz hatin pêkanîn. 11 gumanbarên ku biryara girtina wan hatibû dayîn, hatin desteserkirin.
Hat ragihandin ku gumanbar niha di bin prosedurên polîsan de ne. (DHA)