Li Stenbolê êriş: 4 polîs û 2 sivîl birîndar bûn
RûpelNews - Bûyer derdora saet 15.30an li Kolana Şeftalî ya taxa Sultan Murat a Kuçukçekmeceyê rû da.
Li gorî îdiayan, C.I., ku di bin bandora madeyên hişber de bû, li polîsên ku di wesayîta xwe de bûn, heqaret kiriye. Paşê gumanbar ji wesayîtê daketiye û bi kêrê êrîşî polîsên ku hewl didan mudaxele bikin, kiriye. Dema ku welatiyên li derdorê ketin navberê, şer derket. Di şer de, çar ji wan polîs û du sivîl bi giştî 6 kes birîndar bûn.
Birîndar piştî wergirtina alîkariya yekem ji aliyê tîmên tenduristiyê ve bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê. Êrîşkar, ku hatibû binçavkirin, hîn jî ji aliyê polîsan ve di bin lêpirsînê de ye.
Şêniyekî taxê got, "Du polîs û du sivîl birîndar bûn. Ew zarokeke bêxwedî bû. Wî bi polîsan re şer kir. Dema ku ew li pey zarok ketin, wî ew hemû dan ber kêran. Bi qasî ku ez dizanim, rewşa polîsekî giran e û yê din jî li lingê xwe birîndar bûye." (Çavkanî: DHA)