TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Li Silêmaniyê agir bi malekê ket: 2 zarokên biçûk can dan

📅 09 sibat 2022 18:00

PeyamaKurd - Li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê, agir bi malekê ket û du zarokên biçûk ên di nav malê de bûn can dan.

Li gorî ragihandina Berpirsê Navenda Hawarhatinê li Silêmaniyê Saman Nadir, îro 9ê Sibatê li bajarê Silêmaniyê agir bi malekê ketiye û du zarokên di hundirê malê de yên keç û kur ji ber şewatê can dane.

Hat diyarkirin ku şewat ji ber temasa elektrîkê rû daye û tîmên berevaniya şaristaniyê agir kontrol kirine.

Parve bike: