TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Yewnanîstanê medyaya civakî li zarokên biçûk qedexe kir

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 08 nîsan 2026 16:30
Yewnanîstanê ji 1ê Çileya 2027an ve, bikaranîna medyaya civakî li zarokên 15 salî biçûktir in qedexe kir.

RûpelNews - Serokwezîrê Yewnanîstanê Kiryakos Miçotakis bi rêya hesaba xwe ya medyaya civakî bang li zarokan kir.

Miçotakis diyar kir piştî gotûbêjên bi dê û bav û pisporan re, ew fêr bûye ku zarok hest bi stresê dikin û ji bo razanê an xewê zehmetiyê dikişînin. Serokwezîrê Yewnanîstanê tekez kir ku mejiyê zarokan ji ber mijûliya demên dirêj li ber ekranê diweste.

Miçotakis ji ber tesirin xerab ragihand ku medyaya civakî dê ji bo kesên di bin 15 saliyê de ne were qedexekirin. Yasayê dê di havîna 2026an de were amadekirin, û qedexe dê di 1ê Çileya 2027an de bikeve meriyetê.

 

 

Parve bike: