TR KU AR
FB X IG
Tirkiye

Li Sêwazê qezayeke dilsoj: 4 mirî, 10 birîndar

📅 18 tebax 2026 13:52
Li navçeya Endires ya Sêwazê, otobûseke rêwiyan kontrola xwe winda kir û kete aliyê rê, çar kesan jiyana xwe ji dest dan û 10 kes jî birîndar bûn, rewşa çar birîndaran giran e.

RûpelNews - Otobûsa rêwiyan a ku ji aliyê Hayatî Aras ve dihat ajotin, kontrola xwe li ser rêya Sivas–Endirêsê ya nêzîkî gundê Çokrakê winda kir û wergeriya kêleka rê.

Piştî wergirtina zanyariyan, tîmên jendirme, AFAD û tenduristiyê ber bi herêmê ve hatin şandin.

Di qezayê de çar kesan jiyana xwe ji dest dan, û 10 kesên birîndar jî bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê.

Hat ragihandin ku rewşa çar ji birîndaran giran e.

Parve bike: