Li ser riya YKSê qezayeke trajedîk: Ciwanekî 19 salî jiyana xwe ji dest da
RûpelNews - Li gorî agahiyan, otomobîla ku ji aliyê Fatih Înal ê 19 salî ve dihat ajotin, li xaçerêyekê li nêzîkî taxa gundewarî ya Soylu, bi barhigireke ku ji aliyê Ahmet A. ve dihat ajotin re li hev ketin. Di qezayê de, ajokar Fatîh Înal û xizmê wî Ahmet Înal (19) ê ku ew jî di otomobîlê de bû, birîndar bûn.
Li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da
Kesên birîndar ji aliyê tîmên tenduristiyê yên ku ji bo cihê bûyerê hatibûn şandin ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bêlqiz (Nîzîp)ê û paşê jî ew veguhestin Nexweşxaneya Bajêr a Dîlokê. Tevî hemû hewldanên li wir jî, ajokar, Fatîh Înal, nehat xilaskirin.
Cenazeyê Înal ji bo otopsiyê rakirin morga Enstîtuya Tipa Edlî ya Dîlokê. Hat ragihandin ku dermankirina birîndar Ahmet Înal li nexweşxaneyê berdewam dike.
Ew ji bo beşdarî ezmûna YKSê bibe derketibûn rê
Hat eşkerekirin ku Fatîh Înal ê jiyana xwe ji dest da, û birîndar Ahmet Înal ji bo ketina Ezmûna Zanînê ya Bingehîn (TYT), ku beşa yekem a YKSê ye, ber bi navçeya Bêlqiz (Nîzîpê) ve ketibûn rê.
Lêpirsîna li ser qezayê berdewam dike.