Li ser rêya Antalya-Ispartayê otobusa karkeran qeza kir: 7 mirî, 7 birîndar
RûpelNews - Li başarê Burdurê ku li ser rêya Antalya û Ispartayê qezayeke trafîkê qewimî.
Qeza derdora saet 5ê êvarê li herêma Kargiyê qewimî. Li gorî agahiyan, mînîbusa ku ji Antalyayê ber bi Bucakê ve diçû û karkerên çandiniyê hildigirt, li mîksera betonê ya ku ji aliyê dijber ve dihat qelibîn. Di encama qezayê de zirara giran gihîşt her du wesayîtan û rewş aloz bû.
Piştî agahdarkirinê, gelek tîmên bijîşkî, agirkujiyê û jendermeyan şandin herêmê. Heft kesên ku di qezayê de birîndar bûn piştî dermankirina destpêkê li cihê bûyerê bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bucakê. Hat hînbûn ku xebatên ji bo naskirina kesên mirî berdewam dikin. Hate diyarkirin ku karkerên di mînîbusê de li navçeya Aksu ya Antalyayê di karên çandiniyê de dixebitin û ber bi bajarokê Kocaaliler ê navçeya Bucak a Burdurê ve diçûn.
Ji ber qezayê rê demekê ji trafîkê re girtî bû û hat ragihandin ku piştî rakirina wesayîtan rê dê ji nû ve were vekirin. Di vê navberê de, Dozgeriya Komarê ya Bucakê lêpirsîn li ser qezayê da destpêkirin û sê dozger erkdar kirin. Lêpirsînên li ser bûyerê berdewam dikin.