TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Li Rihayê otobusa karkeran li dikanekê qelibî: 10 kes birîndar bûn

📅 24 îlon 2026 18:31
Li Rihayê, di encama qezayeke ku tê de otobuseke veguhastina karkeran li dikanekê qelibî, 10 kes birîndar bûn.

RûpelNews - Qeza serê sibê li taxa gundewarî ya Golpınarê ya navçeya Zeytûnê pêk hat. Hat ragihandin ku kontrola otobusê ji dest çûye û li dikaneke li kêleka rê qelibiye. Di bûyerê de 10 kes birîndar bûn.

Gelek tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Piştî destpêkirina tedawiya ewil, heft ji birîndaran bi ambûlansan bo nexweşxaneyên li navenda bajarê Rihayê hatin veguhestin. Hat tespîtkirin ku sê kesên din ên birîndar jî bi wesayîtên taybet bo nexweşxaneyê hatine birin. Herçend tê gotin ku rewşa birîndaran baş e, lê lêkolîna derbarê qezayê de berdewam e.

Parve bike: