Li ser Çemê Dîcleyê trajedîya malbatî: 7 kesan xeniqîn
RûpelNews - Malbat ji bo geştê ji Bexdayê çûbû parêzgeha Selahedînê ya Îraqê û seyrana wan bi trajediyeke mezin bi dawî bû.
Bûyera diltezîn êvarî li Tikrîta navenda parêzgeha Selahedînê li berava Çemê Dîcleyê rû da.
Li gorî agahiyan, malbateke qerebalix ji bo bêhnvedan û seyranê ji Bexdayê çûbû Tikrîtê.
Dema ku ew li ber çêm rûniştibûn, zarokekî biçûk ê malbatê hevsengiya xwe ji dest da û ket avê.
Endamên malbatê dît ku zarok bi pêla avê çûye. Wan li pey hevdû xwe avêt çêm da ku wî rizgar bikin.
Lê belê pêla bihêz a Çemê Dîcleyê ew kesên din jî bi xwe re birin û hewldana wan veguherî karesateke mezin.
Di bûyerê de bi giştî 13 kes ketin avê û qeyraneke mezin a canî çêbû.
Kesek hîn winda ye
Berdevkê Polîsê Selahedînê Qasim Elî li ser bîlançoya giran a bûyerê daxuyanî da Rûdawê.
Qasim Elî got, "Di bûyerê de ji heman malbatê 7 kes xeniqîn. Bi xebatên tîmên me û hewldanên welatiyên derdorê 6 kes sax hatin rizgarkirin."
Elî di berdewamiya axaftina xwe de anî zimên, "Me heta niha termên 6 kesan derxistine û xebatên me yên ji bo dîtina kesekî din ê winda jî didomin."
Hat ragihandin ku 6 kesên hatine rizgarkirin ew rakirine nexweşxaneyê û rewşa wan a tenduristiyê baş e.
Her wiha termên wan kesên mirine jî ji bo kar û barên otopsiyê sewqî saziya bijîşkiya dadî hatin kirin.