TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Li Semsûrê otomobîl wergeriya binê rê: 5 kes birîndar bûn

📅 02 mijdar 2024 21:33

PeyamaKurd – Li bajarê Semsûrê li ser rêya Semsûr-Kolikê (Kahta) kontrola otomobîlê ji destê ajotvan derket û otomobîl wergeriya binê rê. 5 kesên di otomobîlê de bûn birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê yên çûn ciyê bûyerê, birîndaran bi ambûlansan birin nexwexana Semsûrê (Adıyaman) ya lêkolînê û perwerdê.

Parve bike: