Jiyan
Li Semsûrê otomobîleke qeza kir: 5 kes birîndar bûn
Pênc kes, di nav de zarokek, piştî ku otomobîlekê kontrola xwe winda kir û li ser rêya sereke ya navçeya Çelikhan a Semsurê ber bi Meletiyê ve ket xendeqê, birîndar bûn.
RûpelNews - Li gorî agahiyan, qeza li ser rêya Çelikhan-Meletiyê pêk hat. Otomobîla bi plaqeya 61 AGA 896, piştî ku ajokar ji ber sedemeke nediyar kontrola wesayîtê winda kir, ji rê derket. Wesayît piştî ku ket xendeqa kêleka rê, rawestiya.
Piştî agahdarkirina ji aliyê şahidan ve, tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Pênc kesên birîndar di nav de zarokek li cihê bûyerê ji aliyê karmendên tenduristiyê ve tedawiya destpêkê wergirtin û piştre bi ambûlansê bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Meletiyê hatin veguhestin.
Piştî qezayê li herêmê tedbîrên ewlehiyê hatin girtin û ji bo zelalkirina hûrgiliyên bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.