TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Li Rojava dîroka hilbijartinan diyar bû

📅 29 adar 2024 10:35

PeyamaKurd – Komîseriya Bilind a Hilbijartinê ya Rêveberiya Xweser a Rojava ragihand ku hilbijartinên herêmî wê di 30ê Gulanê de bên kirin.

Komîseriya Bilind a Hilbijartinê ya Rojava yekemîn civîna xwe li salona civînan a avahiya Desteya Karûbarên Civakî ya Reqayê li dar xist.

Çavkaniyên ku ji herêmê weşanê dikin diyar kirin ku di civînê de mekanîzmaya Lijneya Bilind a Hilbijartinê hatiye nîqaşkirin û dîroka hilbijartinê hatiye diyarkirin.

Li gorî vê komîsyonê di civînê de avakirina 3 buroyan pejirand û hevserokên buroyên hatin avakirin hatin hilbijartin.

Logoya komîsyonê ya di civînê de hat pêşniyarkirin û bi sê zimanan hat amadekirin jî ji aliyê endaman ve hat qebûlkirin.

Komîseriyê ragihand ku hilbijartin wê di 30ê Gulanê de bên kirin.

 
Parve bike: