Dîroka îmzekirina DEM Partiyê bo pêşnûmaqanûna pêvajoyê diyar bû
RûpelNews - Pêvajoya aştiyê ku bi mebesta çareserkirina pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê berdewam e niha gihîşt qonaxeke krîtîk ku di vê qonaxê de gavên dê bên avêtin bi yasayê bên mîsogerkirin.
Piştî danûstandinên demdirêj ên di navbera partiyan de, pêşnûmaqanûna çarçoveyê ya ku wekî beşek ji pêvajoya aştiyê hat amadekirin, gihîşt parlamentoya Tirkiyeyê.
Pêşnûmaqanûna çarçoveyê tê payîn bibe bingeha yasayî ya pêvajoyê û bi navê 'Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekîtiya Civakî' hatiye binavkirin, ji bo îmzekirinê ji aliyê parlamenteran ve li Parlamentoyê hatiye vekirin.
Îmzeyên yekem ji MHPê hatin
Yekem kesê ku pêşnûmaqanûn îmze kir Serokê MHPê Devlet Bahçeli bû. Li gel Bahçeli, parlamenterên MHPê Feti Yıldız, Celal Adan, Erkan Akçay û Filiz Kiliç jî pêşnûmaqanûn îmze kirin.
Ji koma parlamenterên AK Partiyê re jî ferman hat dayîn ku hemû kes vê pêşnûmaqanûnê dê îmze bike. Li gorî vê yekê, hat ragihandin ku dê hemû parlamenterên AK Partiyê heta saet 17:00'an îro pêşnûmaqanûnê îmze bikin.
Koma parlamenterên DEMê dê sibê îmze bike
Piştî MHP û AK Partiyê, çav li ser DEM Partiyê ye ku yek aktoreke girîng a siyasî ya vê pêvajoyê ye û tê meraq kirin ka dê kêngî îmze biavêjin.
Li gorî agahiyên ku ji aliyê RûpelNewsê ve ji çavkaniyên DEM Partiyê hatine wergirtin, DEM Partî dê îşev derbarê pêşnûmaqanûna çarçoveyê bicive û gotûbêjê bikei di civînê de parlamenterên xwe derbarê pêşnûmayê de dê agahdar bike.
Hat ragihandin ku piştî civînê, DEM Partiyê sibê bi hemû parlamenterên xwe re pêşnûmaqanûna çarçoveyê dê îmze bike.
Her çend derbarê naveroka pêşnûmaqanûna çarçoveyê de ti hûrgilî nehatibin parvekirin jî, li gorî agahiyên li pişt perdê, pêşnûma ji bo gelek mijaran rêziknameyên nû dihewîne, ji vegera endamên PKKê bo Tirkiyeyê heta sîstema cezayê û ji sînordarkirinên li ser mafên heta demên serlêdanê.