Jiyan
Li Rihayê di qezaya bi beş wesayîtan de gelek kes birîndar bûn
Li navçeya Eyûbiye ya Rihayê, di qezayeke trafîkê ya zincîreyî ya ku pênc wesayît tê de bûn, heft kes, di nav de zarokekî 10 salî, birîndar bûn.
RûpelNews - Qeza li Kolana Akçakale ya li taxa Eyyup Nebi pêk hat. Ji ber sedemeke ku hêj nehatiye diyarkirin, pênc wesayît li hev qelibîn.
Piştî agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê yên hawarçûnê (112) û yekîneyên polîsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Zehra A. (44), Mehmet A. (48), Buşra A. (18), Asiye A. (27), Enes A. (10), Nisanur A. (27) û Mahmut Z. (47) di qezayê de bi awayekî sivik birîndar bûn.
Kesên birîndar, piştî destwerdana ewil a tîmên tenduristiyê li cihê bûyerê, rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Şanliurfayê.
Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.