Tirkiye
Li Qoserê agir bi malê ket: Keçika 7 salî mir
Li Qosera Mêrdînê agir bi malekê ket. Keçika 7 salî jiyana xwe ji dest da, 3 zarok tê da tevahî 5 kes birîndar bûn.
RûpelNews - Li Qosera Mêrdînê agir bi xaniyeke yek qatî ket û pêtên agirê ji nişka ve li hemû malê girt û ûmanên ji agirê li derûdor belav bûn.
Li ser bihîstina bûyerê tîmên agirkujî, tenduristî û asayîş sewqî malê hatin kirin.
Agir hat vemirandin lê keçika bi navê Melîke Demîrkaya ya 7 salî ji ber şewatê jiyana xwe ji dest da. Ji malbata wê 3 zarok û dê û bavê wê tevahî 5 kes jî birîndar bûn. Birîndaran ji bo tedawiyê rakirin nexweşxaneyê.
Ji bo ku sedema agirê bê zanîn tîmên têkîldar dest bi lêkolînê kirin.