Tirkiye
Dayika 16 salî ku pitika xwe avêt nav zibilê hat girtin
Li nexweşxaneyekê li bjarê Mersin yê Tirkiyeyê pitikek di konteynereke zibilê de hat dîtin. Dayika 16 salî ku bi pitika xwe avêtibû nav zibilê hat girtin.
RûpelNews - Li navçeya Erdemlî ya Mersînê jineke ciwan ji ber êşa zikê çû nexweşxaneyê. Tê îdiakirin ku jinika ciwan ducanî bû li tuwaleta nexweşxaneyê zarok anî.
Dayika ku zaroka xwe ya nûbûyî di konteynera zibilê de hiştibû, paşê hat dermakirin. Di vê navberê de, karmendekî ku tuwaletê paqij dikir, zarok di zibilê de dît û mijar ji rêveberiya nexweşxaneyê re ragihand. Piştî muayeneyê, pitik ji bo dermankirinê hat razandin.
Dayika ku bi tohmetên 'hewldana kuştinê' radestî dadgehê hat kirin, ji aliyê dadgehê ve hat binçavkirin û şandin girtîgehê.