TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Li Qersê otomobîl di helan de çû xwarê: 3 kes mirin

📅 21 cotmeh 2023 23:55

PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Qersê li ser rêya Arpaçayê otomobîlekî ji kontrola ajotvan derket û di helan de çû jêr. Di encamê de 3 kes mirin û kesekî birîndar bû. Tîmên tenduristiyê û cendirmeyan çûn ciyê bûyerê.

Li ciyê rûdanê A.S., E.G. û Ş.B. jiyana xwe ji dest dan û E.K. birîndar bû. Bi ambûlansê E.K. birin nexweşxana dewletê ya Arpaçayê û cenazeyên 3 kesan birin morga nexweşxanê.

Parve bike: