Jiyan
Li Mêrdînê otomobîl û motorsîklet li hev ketin: 2 kes mirin
Li navçeya Mazîdagê ya Mêrdînê, di encama lihevketina otomobîlek û motorsîkletekê de, du kesên li ser motorsîkletê jiyana xwe ji dest dan.
RûpelNews - Bûyer li taxa gundewarî ya bi navê Evcilerê pêk hat. Otomobîl û motorsîklet ku hêj plakayên wan û nasnameyên ajokarên wan nehatine diyarkirin li hev ketin.
Piştî agahdarkirinê, tîmên polîs û cendirmeyan sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Abdulkadir A. (59) û Piro C. (57) ên ku li ser motorsîkletê bûn, di bûyerê de birîndar bûn.
Tevî hemû destwerdanên bijîşkî yên li Nexweşxaneya Dewletê ya Mazîdagê ku bi ambûlansê bo wir hatibûn veguhestin— ew kesên birîndar nehatin rizgarkirin.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.