TR KU AR
FB X IG
Tirkiye

Li nêzîkî Konsulxaneya Îsraîlê pevçûn: Êrişkarek hat kuştin

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 07 nîsan 2026 12:51
Li derveyî avahiya ku Konsulxaneya Îsraîlê ya li Beşiktaş a Stenbolê tê de ye, dengê çekan hat bihîstin. Hejmareke mezin a hêzên ewlekariyê ji bo cihê bûyerê hatin şandin. 

RûpelNews - Li derveyî avahiya ku Konsulxaneya Îsraîlê ya li Beşiktaş tê de ye, dengê çekan hat bihîstin. Hat ragihandin ku sê kes ji otomobîlekê daketine û bi çekên li polîsên ku li derveyî Konsulxaneyê gule reşandine. Hat eşkerekirin ku di pevçûnê de her sê êrîşkar hatine bêbandor kirin.

Hat ragihandin ku êrîşkarek hat kuştin û du êrişkar jî piştî ku birîndar bûn, hatin girtin.
Her wiha hat destnîşankirin ku di pevçûna li derveyî Konsulxaneyê de du polîs jî birîndar bûn. Cihê bûyerê hatiye dorpêçkirin.  Parêzgarê Stenbolê li cihê bûyerê lêkolînan dike.

Parêzgerê Stenbolê Davut Gul daxuyaniyek da

Parêzgerê Stenbolê Davut Gul derbarê bûyerê de daxuyaniyek da. Parêzger Gul diyar kir ku êrîşkarek hat kuştin û du êrişkarên din jî birîndar hatin girtin. Gul, destnîşan kir ku bi saya tedbîrên hêzên ewlehiyê, rewş bêyî ku zirareke din çêbibe, ketiye bin kontrolê.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hewldanên ji bo eşkerekirina nasnameya êrîşkaran berdewam in û her wiha hatibû amajekirin ku bûyer bi tevahî ji aliyê polîsan ve tê lêkolînkirin.
Parêzger Gul her wiha diyar kir ku gel dê derbarê geşedanan de bi awayekî birêkûpêk bê agahdarkirin.

Du ji êrîşkaran bira ne

Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê ragihand ku du ji êrîşkaran bira ne. Hat ragihandin ku têkiliyên êrîşkaran bi DAIŞê re hene. 

Parve bike: