TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Li Neynewayê qadeke mezin a petrol û gazê hat dîtin

📅 27 hezîran 2022 16:06

PeyamaKurd - Parêzgarê Neynewayê Necm Cibûrî ragihand ku kêlgeheke mezin a xwedî yedeka mezin a petrol û gazê li deşta Neynewayê hatiye dîtin ku niha kompaniyên lêgerîna petrolê yên li Iraqê ji bo lêgerîna petrolê xebatên xwe berdewam dikin.

Li gorî medya Iraqê Necm Cibûrî eşkere kiriye, parêzgeha wan piştevaniya kompaniya lêgerîna petrolê ya Iraqê dike û parêzgarî jî asayîş û aramiyê ji bo xebatên wan dabîn dike.

Cibûrî daye zanîn, kompaniya lêgerîna petrolê ya Iraqê kariye çendîn kêlgehên nû li deverên Geyare û Tileferê bibînin û kompaniyên lêgerîna petrolê, xebatên xwe yên dîtina petrolê li parêzgeha Neynewa didomînin.

Herwiha Parêzgarê Neynewayê destnîşan kiriye, parêzgariya wan gelek caran ji Wezareta Petrolê ya Iraqê xwestiye ku ew dixwazin parzûngeheke mezin li kêlgeha Geyare were damezrandin û kompaniyên din jî xwestine sûdê ji gaza li wê deverê werbigrin, lê belê heta niha ti rizamendî ji Wezareta Petrolê wernegirtine.

Parve bike: