TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Li Navenda Îstixbarata Rûsya êrîseke çekdarî pêk hat

📅 20 berfanbar 2019 12:04

PeyamaKurd - Servîsa Ewlekariya Navxweyî ya Rûsya (FSB) ragihand ku nêzîkî navenda wan a giştî ya li Moskowê êrîşeke çekdarî pêk hatiye. FSBê diyar kir ku di êrîşê de xebatkarekî wan hatiye kuştin.

jansa Nûçeyan a Interfax ê da zanîn ku êrîşkarê ku hewil daye ku bikeve navenda avahiya FSBê li derve hatiye kuştin.

Wezareta Tenduristiyê ya Rûsya jî ragihand ku pênc kes birîndar bûne û rewşa duduyan ji wan giran e.

Serokê Rûsya Vladimir Putin dema êrîşeke çekdarî li dar ket li konserteke bo FSB û yekîneyên din ên ewlekariya Rûsyayê bû.

Hêjayî gotinê ye ku Putin berî beriya êrîşê civîna çapemeniyê ya salane li dar dixist.

Parve bike: