TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Îstixbarata Ukrayna: Rûsya amadekariya êrîseke nû dike!

📅 17 tîrmeh 2022 20:08

PeyamaKurd – Berdevkê Îstixbarata Ukraynayê Vadym Skibitskyi, ragihand ku Rûsya ji bilî êrîşên berdewam ên bi fuzeyên ji asman û deryayê, amadekariya êrîşeke nû dike.

 Vadym Skibitskyi da xuyakirin, “Em hemû bombardimanên Rûsyayê û xetên germ ên temasê dikarin bişopînin. Herwiha balafirên bombardimana taktîkî û helîkopter jî bi awayekî çalak têne bikaranîn.”

Berdevkê Îsxtixbaratê diyar kir, niha Rûsya ji bo êrîşeke nû ya qonaxa bê amadekariyê dike û artêşa Ukrayna jî amadekariyên bo kontrolkirina bajarê  Sloviansk  ê herêma Donetsk berdewam dike.

Parve bike: