TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Li navça Sariqamîsê berfa bariya ajalvanan xist rewsekî xerab

📅 19 cotmeh 2024 21:00

PeyamaKurd – Li bajarê Qersê li navça Sariqamîşê ji nîşka ve berf bariya û kesên heywanan xwedî dikin ketine rewşekî nexweş ji ber berf zû bariya û ji berfê re amade nebûn.

Ajalvan, heya niha heywanên xwe li çolê diçêrînin lê dema bi yek carî berf bariya, mecbûr man ajalên xwe bînin malê û wan bihewînin.

Berfê, ser dar, giya û erebeyan sipî kir. Lê berfê kefa zarokan anî ji ber karibûn bi berfê bileyîzin, xwe li ser berfê bişemitînin û jê topan çêbikin û bavêjin hev.

Parve bike: