Li Mêrdînê zarokê 4 salî di wesayîtê de asê mabû mir
RûpelNews - Li Şemrexa Mêrdînê Muhammed Aras Temel ê 4 salî yê di wesayîta bavê xwe de asê mabû.
Li gorî xizmên ku bi RûpelNews re axivîn, Muhammed Aras Temel ê ku bi serê xwe ketibû erebeya bavê xwe û li hundir ketibû xewê, piştî ku demeke dirêj di bin tavê de ma, nexweş ket.
Her çend wî hewl da ku dema bêhiş bû deriyê erebeyê veke jî, wî nekarî vê yekê bike. Zarokê ku demeke dirêj di erebeya girtî de di bin tavê de mabû, piştî ku malbata wî pê hesiya çûn hawara wî û ew rakirin nexweşxaneyê. Tevî hemû hewldanan jî, zarokê 4 salî nehat xelaskirin di nexweşxaneyê de jiyana xwe j dest da.
Muhammed Aras, di nav girî û rondikan de, li kêleka gorê pîra xwe Habîbe Temel, hate veşartin. Muhammed Aras beriya çend mehan li ser gora pîra xwe wêneyekê girtibû.
Lêpirsîneke berfireh li ser bûyerê hate destpêkirin.