Jiyan
Li Mêrdînê jinek piştî ketina ji balkonê jiyana xwe ji dest da
Bedriye Naz, piştî ku ji balkona mala xwe ya li qata pêncemîn a avahiyekê li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ket, jiyana xwe ji dest da.
RûpelNews - Bûyer li taxa Baglarê pêk hat. Li gorî agahiyan, Bedriye Naz ji ber sedemeke ku hêj nehatiye diyarkirin, ji balkona mala xwe ya li qata pêncemîn ket ser peyarêyê.
Piştî agahdarkirina ji aliyê şahidan ve, tîmên tenduristiyê yên hawarçûnê (112) û polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Tîmên tenduristiyê piştrast kirin ku Naz jiyana xwe ji dest daye.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.