TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Keçikeke 16 salî piştî ketina ji balkonê jiyana xwe ji dest da

📅 06 tebax 2026 18:25
Li navçeya Heweng ya Rihayê, Deniz Karaçizmeliya 16 salî piştî ku tê gotin ji balkona mala xwe ketiye xwarê, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

RûpelNews - Bûyer li taxa Yaslıca ya navçeya Hewengyê pêk hat. Tê îdiakirin ku Deniz Karaçizmeli bi sedemeke nediyar ji balkona mala xwe ketiye xwarê. Piştî agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Karaçizmeli, ya ku bi birînên giran rakirin Nexweşxaneya Hewengyê, tevî hemû midaxeleyên bijîşkî nehat rizgarkirin.

Piştî temambûna karûbarên otopsiyê, termê Deniz Karaçizmeli radestî malbata wê hat kirin û ew hat veşartin.

Ji bo diyarkirina sedema rastîn a bûyerê lêkolîn berdewam dike.

Parve bike: