Jiyan
Li Mêrdînê jinek hate kuştin
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê S.Ç. (66) bi îdiaya ku hevjîna xwe bi kêrê kuştiye, hat desteserkirin.
RûpelNews - Bûyer li taxa Yenîşehîrê qewimî. Tê îdiakirin ku S.Ç. bi kêrê êrîşî hevjîna xwe Asya Ç. (68) kiriye.
Piştî agahdarkirinê, tîmên polîs û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Karmendên tenduristiyê diyar kirin ku Asya Ç. li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye.
Termê jinê ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Nisêbînê.
Di vê navberê de, hat ragihandin ku S.Ç. ji aliyê tîmên polîsan ve hatiye desteserkirin. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.