TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Li Mêrdînê înseata avahiyê hilwesiya: Karkerekî can da, yek jî birîndar bû

📅 26 berfanbar 2021 19:22

PeyamaKurd – Li taxa Kotek a navçeya Artuklu ya Mêrdînê ji ber sedemeke nehatiye zanîn, înşaeta avahiyekê hilweşiya û du karker di bin kavilan de man.

Hat ragihandin ku karkerê bi navê Mehmet Emîn Demir ji nav kavilên avahiyê hat rizgarkirin û karkerekî din ê bi navê Bekir Elçîboga jî cenazeyê wî ji nav kavilên avahiyê hat derxistin.

Karkerê birîndar bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê hat veguhestin.

Parve bike: