Jiyan
Karkerek li Bedlîsê ji avahiyê ket û jiyana xwe ji dest da
Mehmet Koyuncu, ku li navçeya Elcewaz a Bedlîsê li ser avahiyeke şeş qatî dixebitî, piştî ku ket bi giranî birîndar bû. Koyuncu rakirin nexweşxaneyê lê tevî hewldanên bijîşkî nekarîn jiyana wî xilas bikin.
RûpelNews - Bûyer li taxa Çayir a navçeya Alcewazê qewimî. Mehmet Koyuncu, ku li avahiya şeş qatî ya di bin çêkirinê de dixebitî, ji ber sedemên ku hêj nayên zanîn ket û bi giranî birîndar bû.
Piştî agahiyê, polîs û tîmên tenduristiyê ji bo cihê bûyerê hatin şandin.
Koyuncu bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Elcewazê û li wir tevî destwerdanên bijîşkî jî jiyana xwe ji dest da. (AA)