Tirkiye
Li Mêrdînê bablîsok çêbû
Li bajarê Mêrdînê bablîsoka çêbû bû sedema tirs û xofê.
RûpelNews - Li Herêma Pîşesazî ya Organîzekirî (OSB) ya Mêrdînê, li devera ku fabrîqe lê ne, bi bayê xurt re bablîsokeke mezin çêbû.
Bablîsoka ji nişka ve ber bi pêş ve diçe û ewrek ji tozê ber bi hewayê ve radike bû sedema metirsiyê.
Hat ragihandin ku tu zirara bablîsokê li derûdorê çênebû.