Li Mêrdîn û Amedê du kes winda ne
RûpelNews - Selahattin Karayel ê 13 salî, ku li gundê Remokê yê navçeya Dêrikê ya Mêrdînê dijî, duh nêzîkî nîvro ji bo hevdîtina bi hevalên xwe re ji malê derket û venegeriya.
Piştî ku malbata wî ji ber windakirina pêwendiyê bi wî re gilî kir, tîmên cendirme û AFADê li herêmê dest bi operasyoneke lêgerînê kirin. Lêgerîna ku êvara duh dest pê kir, îro jî berdewam dike û kûçikên bêhnê jî hatine bicihkirin.
Ahmetê 23 salî ev çar roj in li Amedê winda ye
Çar roj in tu agahî ji Ahmet Derse yê 23 salî, ku li navçeya Çinarê ya Amedê dijî, nehatiye wergirtin.
Dema ku Derse venegeriya malê, malbata wî li Qereqola Cendirmeyan a Navçeya Çinarê agahdariya windabûnê tomar kir. Piştî vê agahdariyê, tîmên cendirmeyan ji bo dîtina vî xortî dest bi operasyoneke lêgerînê kirin.
Hewldanên ji bo dîtina Selahattîn Karayel û Ahmet Derse yên winda li her du bajaran berdewam dikin. (DHA, AA)