Kurdistan
Termê Vedat Karabulut ê ku 17 rojan li Amedê winda bû, hat dîtin
Termê Vedat Karabulut, yê ku 17 rojan berê li ser sînorê navbera navçeya Lice ya Amedê û navçeya Darahênê a Bîngolê ketibû çemê Sarimê bi herikîna avê re hatibû birîn û winda bûbû, hat dîtin.
RûpelNews - Di roja 17an de operasyonên lêgerînê yên ji bo dîtina Karabulut hatin xurtkirin. Digel ku tîman operasyonên xwe li devera ku ji ber herikîna xurt bandor bûbû berfireh kirin, çalakiyên lêgerînê piştî ku arasteya herikîna avê hat guhertin jî berdewam kirin.
Termê wî di bin keverekê de hat dîtin
Tîmên Lêgerîn û Rizgariya Binavê yên Daîreya Agirkujiyê ya Şaredariya Mezin a Amedê, ligel yekîneyên Lêgerîn û Rizgariya Binavê (SAK) yên Jendirmeyê, termê Karabulut nêzîkî 1,5 kîlometre li jêrê ji cihê ku ew ketibû nav çem, di bin kevirekî de dîtin.
Termê Karabulut ji bo otopsiyê birin morga Enstîtuya Tipa Dadî ya Amedê.