Termên 153 qurbaniyên Enfalê ji çolên Samawayê hatin derxistin
RûpelNews - Rêveberê Karûbarên Şehîd û Qurbaniyên Enfalê li Silêmaniyê Edîb Letîf, ragihand ku di operasyonên li çola Samawayê de termên 153 qurbaniyên Enfalê hatine dîtin û derxistin. Letîf diyar kir ku term dê roja Şemiyê, 26ê Îlonê, bên anîn Silêmaniyê.
Herçend tê zanîn ku qurbanî ji deverên cuda yên Herêma Kurdistanê ne jî, ji bo piştrastkirina nasnameyên wan dê testên DNAyê bên kirin. Di çarçoveya vê pêvajoyê de, nimûneyên ku ji terman hatine wergirtin dê bi nimûneyên DNAyê yên ji xizmên qurbaniyan hatine bidestxistin re bên berawirdkirin.
Hat destnîşankirin ku ev operasyon bi hevkariya Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalê ya Herêma Kurdistanê û Enstîtuya Bijîşkiya Dadwerî ya Bexdayê hatine meşandin. Piştî temambûna karûbarên dadwerî û bijîşkî, qurbaniyên ku nasnameyên wan hatine diyarkirin dê ji bo veşartinê bo bajar û bajarokên wan bên şandin.
Edîb Letîf diyar kir ku agahiyên derbarê deverên eslî yên qurbaniyan de hêj bi temamî nehatine zelalkirin û anî ziman ku piştî encamdana analîzên DNAyê û encamên din, hûrgiliyên derbarê nasname û cihên wan de dê bi raya giştî re bên parvekirin.
'Li Samawayê gelek gorên komî hene'
Tê ragihandin ku li çola Samawayê gelek gorên komî hatine dîtin ku tê de termên bi hezaran kesên di operasyonên Enfalê yên rejîma Baasê yên li dijî Kurdan de hatine kuştin, hene.
Li gorî Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalê, hinek ji gorên komî yên li wê deverê hêj nehatine kolan û vekirin. Rayedar, tevliheviya rêkarên yasayî yên li Bexdayê û kêmbûna tîmên teknîkî yên ji bo kolandina gorên komî, wekî sedemên sereke yên vê rewşê nîşan didin.