Kurdistan
Li navçeya Mabeta ya Efrînê tabelaya kurdî hat daliqandin
Li deriyê derbasbûna navçeya Mabeta ya Efrînê tabeleya nû ya pêşwaziyê bi zimanên kurdî û erebî hat daliqandin.
RûpelNews - Deriyê derbasbûnê yê navçeya Mabeta Efrînê hat nûkirin. Di xebata nûkirinê de kurdî li ser deriyê hat zêdekirin.
Piştî pejirandina rêveberiya li Şamê biryar hat dayîn ku li ser deriyê derbasbûna Mabetayê tabeleya kurdî bê danîn.
Tîmên têkîldar çûn ber deriyê dest bi xebatê kirin. Piştî bidawîbûna xebatan bi zimanê kurdî û erebî nivîs li ser deriyê hat nivîsandin. Di nivîsa nû ya kurd^de wiha hat nivîsandin: Navçeya Mabeta spasiya serdana we dike.