Li Hesekê rakirina tabelaya Kurdî hat protestokirin
RûpelNews -
Rayedarên Hikûmeta Demkî ya Sûriyê tabeleya Dadgeha Hesekê ya ku Kurdî û Erebî bû rakirin û di tabelaya nû de tenê cîh dan nivîsên Erebî û Îngilizî. Dema tabelaya nû ya Îngilizî û Erebî hat aliqandin Kurdên li Hesekê li ber dadgehê kom bûn û ev tabelaya nû ji cîhê xwe rakirin.
Kurdî çû Erebî û Îngilizî hat
Biryara nû ya Şamê li Hesekê bû sedema nerazîbûnan. Ji ber nebûna Kurdî di tabelaya nû ya li avahiya dadgeha li bajêr, xelk daket kolanan û li ber avahiya dadgehê kom bûn xwepêşandan li dar xistin. Kurdên ev kiryara nû ya Şamê protesto kirin ev tabeleya tenê Erebî û Îngilizî hebûn jê derxistin û avêtin.
Kurdên li Hesekê daxwaza amadekirina tabeleya Kurdî kirin û ji bo Kurdî dirûşmeyan avêtin.
Serokê Hikûmeta Demkî yê Sûriyê Ahmed El Şara berê gotibû, "Kurdî zimaneke neteweyî yê Sûriyê ye" lê piştî vê gotinê ev kiryara li Hesekê bû sedema alozî û ev yek rê li ber nîqaşên nû vekir.